EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrevdillahiyan: Sûriye pêşengê şerê li dijî têrorîsm û zêdegaviyê ye

Cîgirê erebî û afrîqayî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Sûriye roja îro serketiyê meydanê û aldarê şerê li dijî têrorîsm û zêdegaviyê li cîhanê ye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, cîgirê wezîrê karên deve yê Komara Islamî ya Îranê li karên erebî û afrîqayî, Husêyn Emîrevdillahiyan roja yekşemiyê, 5`ê Hezîrana 2016`an, li hevdîtina ligel hinek ji kesayetî, nûnerên partiyan û komên siyasî û dînî yên Libnanê li Têhranê, got: Sûriye bi vîn û iradeya xelkê û artêş û piştgiriya mêhwera berxwedanê ev zêdetir ji pênc salan e ku li hemberî komployên Rêjîma Siyonîst û komên têrorîst li ber xwe dide.

Emîrevdilalhiaynî her viha got: Hin alî bi piştgiriya giştalî ji têrorîstan û binpêkirina eşkere ya agirbesê dixwazin ku bi cûreyên kiryaran ji wan pêkanîna tevlihevî û nearamiyê hakimiyeta Sûriyê hilweşînin û heta niha tu helwêsteke kêrhatî û baş ji bo çareserkirina qeyranê raber nekirine.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê hertim destnîşan kiriye ku çarenivîsa Sûriyê gerek bi destê gelê wî welatî bi xwe were kivşkirin.

Emîrevdilalhiyan bi gotina viya ku cîhana islamê divê mijara Filistînê dayne nav mijarên xwe yên sereke, her viha got: Ewlehiya welatên navçeyê meseleyeke girêdayî bi hev e û navenda sereke ya bêewlehiyê li navçeya rojavaya Asyayê Rêjîma Siyonîst e.

Nûnerên partî û komên siyasî yên Libnanê jî li vê hevdîtinê tevî sipasiya ji rola stratijîk a rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, Îran wekî welatê herî bihêz li navçeyê ji hêla têgihîştina dirust a guhertinan û mînaka aramîû ewelhiyê dan zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu