NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê êrîşa têrorîstan li bakurê Hemahê têkşikand

Artêşa Sûriyê êrîşa çekdarî ya têrorîstan li baku8rê parêzgeha Hemahê û nêzikî navçeya vala ji çekan têk şikand.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Mêdyayên sûrî ragihandin ku yekîneyên artêşa Sûriyê karîn hewildana têrorîstan ji bo êrîşa lis er baregehên leşkerî yên hêêzn sûrî li bajaroka El Letameneyê li parêzgeha Hemahê têk bibin.

Komên têrorîst bi destdirêjiya ser baregehên leşkerî yên artêşa Sûriyê li rîfa bakurî ya Hemahê hema wisa navçeya vala ji çekan li Idlibê binpê dikin.

Koma têrorîst a nasyar bi Ketayên El Ize jî hewil dida ku êrîşî ser baregehên artêşa Sûriyê li derdora gundê El Mexîrê û Kampa Birîdîcê li parêzgeha Hemahê bikin ku tûşî berxwedana artêşa Sûriyê bû û ser neket.

Komên têrorîst di heyama du salên bihurî da bi têkçûna li hemberî artêşa Sûriyê û her wiha li gorî lihevkirina pêkanîna navçeyên Kêmkirina Kêşeyan bo parêzgeha Idlibê hatin veguhestin û niha hisaba hev safî dikin.

Hêêzn çekdar ên sûrî ji bo azadkirina parêzgeha Idlibê wek dawîn navçeya hebûna têrorîstan li vî welatî amade ne.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu