NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê êrişa têrorîstan pûç derxist

Ligorî rapora Televîzyona Al Akhbariyê ya Sûrîyê, têrorîstên Cebhet ul Nusrê bi tankan û alavên giran êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê li derdora rojhilata Idlibê kirin.

Artêşa Sûrîyê êrişa wan pûç derxist û 2 tank û zêrêhpûşeke wan rûxandin.

Artêşa Sûrîyê vê dawîyê karîbû di encama opêrasyona dijî komên têrorîst ên Cebhet ul Nusre û Ecnad ul Qewqazê de, bajarokên Um ul Xelayel û Al Zerzorê û gundê Meşîrfê li başûra rojhilata Idlibê ji lepên têrorîstan azad bike.

Başa dön tuşu