NûçeRojhilatanavinSûriye

Gorîbûna xelkê sivîl ê Sûriyê ji ber êrişên Tirkiyê ser axa Sûriyê

Li êrişên hêzên çekdar ên Tirkiyê ser bajarê Babê li bakûra Sûriyê li şev û roja bihurî 20 kesên sivîl ji wan 8 zarok hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, duh îniyê jî ji ber êrişa artêşa Tirkiyê ser bajarê Babê li bakûra Sûriyê 24 kesên sivîl hatine kuştin eva di rewşeke ku hikûmeta Tirkiyê dewa standina heq û mafê xelkê Sûriyê dike.

Li gor raporeke din, wezareta karên derve yê Sûriyê li du nameyên cuda cuda ji bo Rêxistiya Netewên Yekgirtî û Konseya ewlehiyê ji destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Sûriyê rexne kir û ji van saziyên navnetewî xwest ku pîşiya van destdirêjiyên Tirkiyê ku binpê kirina qayde û qirarên navneteyî ye bigre.

Wezareta karên derve ya Sûriyê dewama van destdirêjiyên Tirkiyê ser axa vî welatî dijayetiya eşkera ya Enqerê tev Şamê li van zêde ji 5 salên bihurî daye zanîn û ragihand; Dijayetiyên hanê li destpêkê ji ber piştevaniya abûrî û çek û sîlahî ya Tirkiyê ji grûpên terorîstî yên ku li nav axa Sûriyê cinayet dikirin, çê bû û hêdî hêdî ku terorîstan işkest xwarin , Tirkiyê eskerên xwe bi mihanên curbicur şandine nav axa Sûriyê.

Wezareta karên derve yê Sûriyê ragihandiye Konseya ewlehiyê ku pêsparteya vê saziyê parastina aşitî û ewlehiya navnetewî ye, pêwîst e zextûzorê bîne ser Tirkiyê ta ku ev welata dest ji van destdirêjiyên xwe berde û eskerên xwe ji nav axa Sûriyê derxîne.

Bajarê Babê li 30 kîlomitriya sînorên Tirkiyê ye û niha eskerên Tirkiyê ev bajara ji bakûr, rojava û rojhilatê dorpêç kirine.

Dewleta Tirkiyê ji havîna sala 2016 bi mihana şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û sekinîna li hemberî kurdên Sûriyê, li operasiyonekê ser navê Mertala Firatê êrişî ser axa Sûriyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu