İslami Davet Kurdi Bange İslami

Artêşa Sûriyê êrişa terorîstan ya ser pêgehên artêş û hêzên sûrî li derdora bakura Hemahê li rojavaya Sûriyê bê encam kir

Mehr Newsê ragihand ku terorîstan xebitîn ji aliyê bajarokê Hezryayê li bakura Rojavaya Hemahê ber bi pêgehên artêş û hêzên sûrî pêş ve herin, lê belê rastî berxwedana artêş hatin û neçar man paş ve vegerin di vê şer û pevçûnê de gelek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.

Artêşa Sûriyê herwiha şerê terorîstên li başûra bajarê El-Letaminehê ya derdora Hemahê kirin û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Li bajarokê Murek û derdora wê li hawêrdora Hemahê artêşa Sûriyê pê topxana xwe êrişî ser pêgehên terorîstan kirin û bi dehan terorîst kuştin û birîndarkirin.

Exit mobile version