İslami Davet Kurdi Bange İslami

Artêşa Sûriyê êrîşê terorîstên Fetih el Şamê kir

Artêşa Sûriyê ku operasyonên xwe yên li rojhilatê Idlibê berdewam dike, li herêma ku bajarên Hama, Heleb û Idlib lê digihin hev êrîşî Fetih el Şamê (bi navê xwe yê berê El Nusra) kir.

Yekîneyên piyade yên Sûriyê li bajarokê El Saan yê li rojhilatê Helebê şûnewarên nû rizgar kirine.
Piştî ku artêşa Sûriyê li Hecîla, Toteh û Anik êrîşeke dijwar bire ser Fetih el Şamê, terorîstan dev ji çeperê xwe berdan.

Bi saya operasyonan li gel rêya Xaneserê rêyeke din jî ji bo hatûçoyê hate vekirin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê ku baregeha herî mezin ya duyemîn a Sûriyê Ebu Duxur rizgar kirin, te payin ku artêş dorpêça li bajarokên Kefraya û Fuayê jî bişkîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version