NûçeRojhilatanavinSûriye
Artêşa Sûriyê, êrişên DAIŞ`ê yên li Dêrezorê pûç kirin

Yekîneyên artêşa Sûriyê li Dêrezorê, bi piştgiriya hêza hewayî, êrişên DAIş`ê ser çend navçeyên leşkerî li mêhwera başûr a bajarê Dêrezorê pûç pûç kirin û gelek xisarên pereyî û canî li wan xistin.
Di encama êrişên hêzên artêşa Sûriyê de, hejmareka zav ji terorîstên DAIŞ`ê, Nezar El Demamî, serkirdeyê wan ê li Dêrezorê kuştin û pêgeh û çekên DAIŞ`ê herwiha alavên sereke yên palîna niftê ku ji bîrên niftê yên gundê Biqresê li dorhêla rojhilat a Dêrezorê hatibûne dizîn, ji nav birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)