Artêşa Sûriyê li bakûra parêzgeha Humsê li navenda welêt, gelek çek û madeyên teqandinê yên komên terorîst zevt kirin.
Li gorî rapora roja şemiyê ya AL ALAM`ê, yekîneyeka artêşa Sûriyê ev çek û madeyên teqandinê ji wan mûşekên dijî zirixê dema paqijkirina gundê Tildehebê li bakûra parêzgeha Humsê keşif kirin û ev zevt kirin.
Di eynî demê de eşîrên Sûriyê yên li parêzgeha Derayê li başûra vî welatî, li ser piştgîriya xwe ji hêzên sûrî û pêbendiya li nirxên netewî pêgîrî kirin û ragihandin: “Em qebûl nakin ku tu alieykî biyanî bi awayeka neqanûnî li Sûriyê be”.