NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê gelek sîlah û cebilxaneyên amerîkî li derdora Şamê dîtine

Artêşa Sûriyê duh diyar kir ku gelek sîlah û cebilxaneyên amerîkî li derdora paytexta Sûriyê, Şamê dîtine ku di nav wan de mûşekên TOW yên li dij tankan jî dikevin ber çavan.

Nûçegihanê IRIB Newsê ragihand ku Artêşa Sûriyê diyar kiriye, li çarçova paqijkirina tax û deverên derdora Şamê ji mayîn û wicûda terorîstan, gelek sîlah û cebilxaneyên amerîkî yên wek mûşekên TOW yên li dij tankan dîtine.

Berî vê yekê jî artêşa Sûriyê çend depoyên çek û sîlah û teqemeniyan yên ku li Îsraîlê û çend welatên rojavayî hatine çêkirin dîtine .

Başa dön tuşu