NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê gihêşte 7 km ya kela herî bi talûke ya DAIŞê

Çavkaniyên sûrî li bara serketina hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanan li azadkirina çend gund û bajarokên nû li derdora Humsê û pêşdeçûna van hêzana ber bi kela herî giring û bitalûke ya terorîstên DAIŞ`ê li derdora Dêar Zorê agahî dan.

 Li gorî rapora Tasnim News`ê li Dêra Zorê, hefteyek piştî êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser bajarokên  Kebaceb, El-Şola û El-Sexneyê û derdora Hemîmê, hêzên  artêşê û hevpeymanên wan karîn ku  hin cihên ku  terorîstan li riya  Dêrazorê bo Şamê dagir bikin, azad bikin.

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi pêkanîna  bi sedan  terorîstan  ji parêzgeha  Enbara Iraqê nekarî bajarê Qeretînê li derdora  başûrê rojhilata  Himsê dagir bike û her wiha  jibo girtina pêşiya  pêşdeçûna  artêşa Sûriyê ber bi sînorên  Iraqê işkest xwar ku li encama wê bi dehan  terorîst hatin kuştin ku meytên wan, çola  Sûriyê tijî kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu