NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê: Heleb bi temamî hat kontrolkirin

Artêşa Sûriyê kontrolkiria tevahiya bajarê Helebê ragihand.

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdarên Sûriyê îro pênşemî 22ê Kanûna 2016ê, derbarê rewşa dawîn a bajarê Helebê de daxuyaniyek da.

Fermandariya Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe de, kontrolkirina tevahiya taxên bajarê Helebê bi fermî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, proseya veguhastina çekdar, birîndar û xelkê sivîl li taxên rojhilatê Helebê bi temamî dawî pê hatiye.

Artêşa Sûriyê tekez kiriye, ku niha hemû aliyê rojhilatê Helebê di bin kontrola hêzên hikûmetê de ye.

Artêşa Sûriyê operasyonek berfireh bo kontrolkirina taxên rojhilatê bajarê Helebê de, ku pêştir di destê komên çekdar ên dijbereyê de bûn, dest pê kir, û piştî demekê karî hêzên dijbereyê bişkîne û kontrola piraniya rojhilatê bajêr bigire destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu