CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Kevandarên Îranê, bûn qaremanê cîhanê

Tîma neteweyî ya Îranê, li rêzeyên nûgîhan, xort û navsereyan, bû qaremanê kêbirkeyên Tîr û Kevanê yên kûpaya cîhanî ya 2016`an.

Kevandarên tîma neteweyî ya Îranê li kêbirkeyên kûpaya cîhanî ya Tîr û Kevana nav holê li Taylendê, bi giştî sê mêdalên zêr, çar mêdalên zîv û sê mêdalên tûnc bi dest xistin û bûn qaremanê cîhanê.

Kêbirkeyên kûpaya cîhanî ya Tîr û Kevana nav holê li rêzeyên bingehîn û navsereyan di du beşên jin û mêran û li çiqên “Rîkro“ û “Kampond“ê, roja sêşemiyê li Taylendê bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu