Çavkaniyên sûrî ragihandin ku xaleke pişkinînê ya artêşa Sûriyê karwanê serbazî yên dagirkerên Amerîkî li derdora bajarê Hesekê neçar kir ku paşda vegerin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûriyê (SANA) îro Çarşemiyê, xaleke pişkinînê ya artêşa Sûriyê rê li ber tevgera karwanê leşkerî yê Amerîkayê li derdorê Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê girt û ew neçar kir ku paşve vekişe.
Di vê derbarê de çavkaniyên herêmî gotin; Xaleke kontrolê ya artêşa Sûriyê li gundê Xabûr El-Xeracene li devera Til Temirê ya dikeve bakurê rojavayê bajarê Hesekê, rê li ber derbasbûna karwanekî leşkerî yê dagirkerên Amerîkayê ku ji 8 otomobîlan pêk dihat girt û nehêşt ew derbasî nav vî gundî bibe û ew karwan ji herêmê qewitand.
Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Sûriyê bi caran tekez kiriye ku artêşa Amerîkayê li rojhilat û bakurê rojhilatê vî welatî ji bilî talankirina mal û heyiya xelkê Sûriyê, petrola vî welatî jî didize, vêca divê dawî li hebûna neqanûnî ya amerîkiyan were anîn.