Artêşa Sûriyê vê sibê derbasî hin navçên Dera El-Beledê li başûrê Sûriyê bû û hin beşên vê navçê xiste bin kontrola xwe.
Li gorî rapora SANA Newsê, artêşa Sûriyê heya niha karî ku navçên Dewar El-Misrî û taxên El-Kurkê û El-Erbeînê ji bin lepên endamên grûpa terorîstî ya bereya El-Nusreyê derxîne.
Li gorî vê raporê, li encama vê operasyonê hejmarek ji endamên grûpa terorîstî ya El-Nusreyê hatin kuştin û hejmarek ji trimblên zirihî yên vê grûpê têk çûn.
Her wiha yekîna topxana artêşa Sûriyê meqer û veşartgehên endamên bereya El-Nusreyê li bajaroka El-Telmanê li derdora bakurê Derayê dan ber êrişan û hejmarek ji endamên vê grûpa terorîstî kuştin.
Terorîstên tekfîrî bi hizûra li navça Dera El-Beledê û gund û bajarokên derdora bajarê Derayê, çek û hêzên pêdiviye xwe ji sînorên Urdinê ku tenê 13 km a ji bajarê Derayê dûr e, dabîn dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)