Saziya nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê raghand: Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê piştî çend rojan operasyonê, kontrola sedî 58 ê Derayê bi dest xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ser bi neyarên sûrî, îro duşemiyê li rapora xwe ya herî dawiyê de raghand: Artêşa Sûriyê li du beşên rojhilat û rojava parêzgeha Derayê pêşdeçûnên berfireh hebûne û vê sibê kariye bighêje heft kîlûmêtriya derbasgeha sînorî ya Nesîbê li sînorê Urdinê.
Medya nêzîk bi terorîstan jî îro li bara kuştina 82 terorîstan li operasyona artêşa Sûriyê li parêzgeha Derayê agahî dan.
Artêşa Sûriyê bi destpêkirina opersyona azadkirina parêzgeha Derayê ji çend rojan berî niha heya niha, bi işkesta komên terorîstî kontrola 65 bajarok û gundan bi dest xistiye û zêde ji sedî 70 yê rojhilata parêzgeha Derayê ji komên terorîstî paqij kir û ser wan serdest bû.
Her wiha li rojên derbasbûyî zêde ji hezar û 150 kes ji terorîstan li du koman ji ber rewşa van navçana û zextên ji ber bombebaranên artêşê, xwe radestî hêzên artêşa Sûriyê kirin.
Piştî azadkirina navçên dagirbûyî yên Xûteya rojhilat û Xûteya rojava li parzêgeha Rîfa şamê niha hemî çavê wxe berdane parêzgeha derayê ku ketiye başûrê Sûriyê li nêzêkî sînorê Urdinê û bilindahiyên Golana dagirbûyî.