NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa terorîstan li Helebê hat bêencam kirin

Li gorî rapora Fars News`ê, endamên terorîstî yên Tehrîr Şamê( Bereya El-Nusre) êvara pêncşemiyê êriş kirin ser meqerên artêşa Sûriyê li taxên  El-Raşidînê, El-Maliyê û Cemiye El-Zehrayê li rojava bajarê Helebê ku topxana artêşa Sûriyê riyên liv û tevgerên wan bi tundî da ber êrişan.

Artêşa Sûriyê her wiha hejmarek ji terorîstên ku dixwestin ji navça  El-Tenefê ber bi başûrê Palmîrayê li derdora rojhilata  bajarê Himsê ve biçin, dan ber êrişan û kuştin.

Li derdora rojhilata  Palmîrayê jî artêşa Sûriyê hejmarek ji terorîstên ku dilê derbasbûnê ji navça  El-Telîlê hebûn, girtin.

Li parêzgeha Hemahê, li rojava Sûriyê jî meqerên  terorîstên  Ketaib El-Îze li navça  Kefer Zeytayê ket ber êrişa mûşekên artêşa Sûriyê.

Artêşa Sûriyê her wiha hewldana  terorîstan bona derbasbûna  nav bajarokê Merkebê li derdora bakurê Hemahê bê encam kirin û hejmarek ji terorîstan kuştin.

Başa dön tuşu