Artêşa Sûriyê li bara girtina 30 efserên îstixbaratî yên derve ji wan çend efserên Rejîma Siyonîstî li bajaroka Kefernebûdê li bakurê parêzgeha Hemahê agahî da.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, piştî dorpêçkirina bajarokê Kefernebûdê ji aliyê artêşa Sûriyê terorîstên biyanî hewl dan ku pêşiya serdesrtiya artêşa Sûriyê ser vî bajarokî bigrin lê hêzên artêşê karîn ku êrişên terorîstan bê encam bikin.
Li gorî vê raporê, welatên rojavayî li dû amadekirina dubare ya senaryoya xebitandian çekên kîmyawî ji aliyê artêşa Sûriyê ne ku bikaribin pêşiya eşkerebûna lêzanînan ji aliyê endamên terorîst bigrin.
Artêşa Sûriyê her wiha meqerên terorîstên bereya El-Nusre li bajarokê Kefersecne, derdora Idlibê da ber êrişan. Ji destpêka meha Gulanê ve parêzêgeha Idlibê û derdora bakurê rojava Hemahê şehedê pevçûnên artêşa Sûriyê û komên terorîstî ye.