NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li başûra Şamê 49 terorîstên DAIŞê kuştin

Navenda Zêrevaniya Mafê Mirovan a Sûriyê ku ser bi komên dijberê hikûmeta Sûriyê ye û cihê wê li Londonê ye şeva çûyî ragihand di encama şerê giran a navbera artêşa Sûriyê û terorîstên DAIŞê li başûra Şamê 49 terorîst hatin kuştin.

Ajansa IRNAyê ji zarê navenda hanê diyar kir ku şerê hanê li Kampa Yermûkê û taxa Hecer El-Eswed a Şamê qewmîn ku ji bilî kuştiyên hanê gelek terorîst jî birîndar bûn.

Êrişên hewayî û bejahî yên artêşa Sûriyê û komên Berxwedanê li dij komên terorîst ên wek DAIŞ û Tehrîr El-Şamê (Bereya El-Nusre) li Kampa Yermûkê û taxa Hecer El-Eswed a Şamê paytexta Sûriyê hîn berdewam dikin. Ev êrişana neh rojên berê piştî ku muzakireyên bi komên terorîst ji bo terkandina deverên hanê negihêşte encamê despê bûn.

Kampa Yermûkê û taxa Hecer El-Eswed li başûra Şamê niha ji aliyê artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê hatine dorpêçkirin.Di encama berdewamiya van êrişan de li pênc rojên bihûrî taxa El-Zeyn di navbera du bajarokên Yelda û Hecer el-Eswed li Rîfa Şamê azad bûn.

Piştî derketina terorîstan ji Xûteya Rojhilatê ev derfet ji artêşa Sûriyê çê bû ku bixebite terorîstan ji başûra Şamê jî derxîne.

Başa dön tuşu