Hat ragihandin ku artêşa Sûriyê li bajarê Dera deverek stratejîk ji destê çekdarên DAIŞê derxist.
Li gor Sputnikê ku nûçeya xwe dispêre fermandarekî ji artêşa Sûriyê diyar kir ku bajarê Şacra yê Dera ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye kontrolkirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku Şacra dawîn û mezintirîn dever bû di destê çekdarên DAIŞê de û xwedî girîngiyeke stratejîk bû.
Herwiha hat ragihandin ku operasyon li wê deverê berdewam dike ûhat îdîakirin egera wê zêde ye ku ew bajar bi temamî ji çekdaran bê paqijkirin û bikeve bin kontrola Dewleta Sûriyê.