Yekînên artêşa Sûriyê li derdora lazqiyê meqerên terorîstên bereya El-Nusreyê li vê navçê mûşekbaran kirin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala El-Alam`ê, çavkaniyên meydanî ji malpera nûçan a Merselûnê re gotin: Artêşa Sûriyê li vê operasyonê meqerên terorîstên bereya El-Nusre li navça Cebal Kebanî , El-Serrmaniyê û li deşta El-Qabê têk birin.
Komên çekdar li mehên derbasbûyî bi binpêkirina agirbesê, gundên derdora Lazqiyê gullebaran kirin û êriş kirin ser meqerên artêşê. Tîpa çaran a artêşa Sûriyê jî bona destpêkirina operasyona eskerî bo derxistina koma terorîstî ya bereya El-Nusre ji navçê ji çend mehn berê va cebilxanên xwe li Lazqiyê bi cih kirine.