NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li derdora Qamişloyê bi cih bû

Hêzên artêşa Sûriyê bo cara yekê ji destpêka qeyrana Sûriyê û jidestdayîna hakimiyeta xwe ser bajarê stratejîk ê Qamişloyê li sînorên derdora vî bajarî bi cih bûne.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, li gorî lêzanînên ku çavkaniyên xwecihî dane, hêzên artêşa Sûriyê bo cara yekê ji destpêbûna qeyrana Sûriyê û ji destdayîna hakimiyeta xwe ser bajarê stratejîk ê Qamişloyê li sênorên derdora wê bi cih bûne. 

 Li gorî nivîsa Kurdistan24 ê, hêzên artêşa Sûriyê ewilî bi bicihbûna li derdora Tribêsipiyê, piştî wê ber bi Qamişloyê va çûne û li gundên derdora wê ser bi bajarê Qamişloyê bi cih bûne. 

 Hêjayî gotinê ye balefirgeha Qamişloyê û hin cihên din ji destpêka qeyrana Sûriyê her tim di bin kontrola hêzên dewleta navendî de bûne û bi bicihbûna van hêzana  li derdora Qamişloyê, hêzên hikûmea navendî hakimiyeta xwe ser vî bajarî berfireh kirin. 

Başa dön tuşu