NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê li Dêrezorê kulmêk zexm devê emperyalîstan xist

Artêşa Sûrîyê, devera Til Elûşê li derdora Dêrezorê li rojhilata vî welatî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kir û hêzên kurd ên sûrî jî li opêrasyona Xezeba Firatê li hemberî DAIŞ`ê serkevtî bûn.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, artêşa Sûrîyê piştî pevçûnekê li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li devera Meqabirê li mêhwera başûr a Dêrezorê, devera Til Elûşê azad kir.

Artêşa Sûrîyê di encama vê pevçûnê da sîlehên sivik û giran bikar anîn û hêzên hewayî jî piştgir danê ta ku pêşîya hatina hêzên piştîvan ên DAIŞ`î bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu