NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li dewama operasyona xwe ya dijî koma terorîst a DAIŞ`ê, riya berê ya di navbera Şam û Palmîrayê de azad kir

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî roja pêncşemiyê ragihandin ku artêşa Sûriyê li dewama şerrê dijî koma teroîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê jibilî azadkirina riya berê ya Palmîrayê-Şamê, li ser bilindahiyên stratêjîk ên Ebûdalî-El Menqûre û Xan El Enîbê serdest bûye. Bi vê pêşveçûna artêşa Sûriyê, parek ji komên terorîst dorpêç bûne.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê herwiha roja pêncşemiyê bajaroka Xenîfîs, navçeya El Baride, Sewane, Cebel Zeqaqiye û gundê El Besîrî li parêzgeha Humsê ji koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu