Artêş û hêzên çekdare Sûriyê îro yekşemê li navça Xenîfes`ê li parêzgeha Hemayê pîşiya êrişekî terorîstên Cibhetul-Nusreyê girtin.
Li gor rapora ajansanûçan a IRNA`yê, Bingehên meydanî li nav Sûriyê ragihandin ku Grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreh li derûdora rêya El-Selmiye berbi Hums`ê êrişî ser pêgehên artêşa Sûriyê kirin ku ji ber hişyariya artêşa vî welatî ev êrişa terorîstan rastî işkestê hat.
Bingehên nûçan yên Sûriyê ragihandin ku terorîstên Cibhetul-Nusreh li navça Xenîfes`ê rastî xisaretên giran hatin.
Li vê êrişê parek pir ji terorîstan hatine kuştin û birîndar bûn û çek û sîlahên wan jî jinav çûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)