FilistînNûçeRojhilatanavin

Berxwedana gelê Filistînê li kêleka hîsîran

خۆڕاگریی گەلی فەلەستین لە تەنیشت یەخسیرەکان

Rêberekî tevgera cîhada islamî ya Filistînê got: Çekê berxwedan û cîhadê heta azadkirina gişt hîsîran dê li dijî rêjîma dagîrker a Israîlê were bikaranîn.

Li gorî rapora roja şemiyê, 2`ê nîsana 2016`an, a ajansa nûçeyan a Filistîn El-Yewmê, Ehmed Mudlil ji rêberên tevgera cîhada islamî ya Filistînê li koma filistîniyên ku li ber mala Mihemed Erendes, hîsîrê kampa Nesîratê kom bûbûn, li ser berxwedana gelê Filistînê li kêleka hîsîran pêgirî kir.
Vî rêberê tevgera cîhada islamî ya Filistînê her viha kiryara enstîtûyên navneteweyî ji bo azadkirina hîsîrên filistînî yên li nav zindanên Rêjîma Siyonîstî daxwaz kir û her viha got: Berxwedana li kêleka hîsîran û piştgiriya ji wan ji bo gişt gelê Filistînê li her bajar û her ciyekî wacib e.
Mihemed Erendes bi tawana endamtiya li tevgera cîhada islamî û beşdariya li opêrasiyonên berxwedanê di sala 2001`ê da ji aliyê siyonîstan va hat girtin û heta niha 15 salan li nav hebsê ye.
Roja 17`ê nîsanê roja hîsîrên Filistînê ye.

ڕێبەرێکی بزووتنەوەی جیهادی ئیسلامیی فەلەستین وتی : چەکی خۆڕاگری و خەبات هەتا ئازاد کرانی هەموو دیلەکان، سێرەی لە ڕژێمی داگیرکەری ئیسرائیل گرتووە.

بەگوێرەی ڕاپۆرتی ڕۆژی شەممەی کەناڵی هەواڵی فەلەستین ئەلیەوم، ئەحمەد مەدلەل ڕێبەرێکی بزووتنەوەی جیهادی ئیسلامی فەلەستین لە نێو کۆڕی فەلەستینییەکان کە لەبەردەم ماڤی محەممەد عەرندس، یەخسیر لە ئوردوگای نەسیرات کۆببوونەوە، لەسەر ڕاوەستاویی گەلی فەلەستین لە تەنیشت یەخسیران پێداگری کرد .

ئەم ڕێبەرەی بزووتنەوەی جیهادی ئیسلامی فەلەستین هەروەها هەوڵی دامەزراوەکانی نێودەوڵەتی بۆ ئازاد کردنی دیلەکان لە زیندانەکانی ڕژێمی زایونیان داوا کرد و ڕایانگەیاند ڕاوەستاوی لە تەنیشت یەخسیران و داکۆکی کردن لەوان بۆ هەموو گەلی فەلەستین لەهەر شار و هەر شوێنێک پێویستە. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu