NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li ser rêya balafirgeha leşkerî ya Ebû Zihûrê, rêya peywendiya terorîstan birrî

Artêşa Sûriyê û hêzên hevgirtî, rêya Ebû Zihûrê ber bi Meire El Neimanê da ber gulleyan û rêya alîkarîgihandina terorîstan bo vê balafirgeha leşkerî, hate birrîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, birrîna rêya alîkarîgihandina terorîstan li vê navçeyê, li dû pêşveçûna artêşa Sûriyê li rojhilata parêzgeha Idlibê û serdestiya artêşê ser balafirgeha Ebû Zihûrê pêk hatiye.

Artêşa Sûriyê û hêzên piştevan li sê rojên buhurî ser gundê stratêjîk ê Sincarê û bi dehan navçeyên derdora wê serdest bûn û navçeyek bi berfiretiya 650 kîlometreyên çarkunc ji bin lepên koma terorîst a Cibhetunusrê azad kirin. Li gorî nûçeyeka din, artêşa Sûriyê bi belavkirina daxuyaniyeka hişyarkirinê ser navçeyên Heresta, Erebîn û Domayê li dorhêla rojhilat, ji terorîstan xwest xwe radest bikin.

Komên terorîst ên li navça Herestayê, hefteya buhurî êriş birin ser hin navend û navçeyên ku hêzên artêşê têde bûn. Li dû vê êrişê, artêşa Sûriyê bi armanca işkandina dorpêça hêzên xwe li bargeha Edewatê, ji pêncşemiya buhurî ve, dijî terorîstên ku li vê navçê ne, hin êriş destpê kirine.

Başa dön tuşu