NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê: Me Hema û Heleb bi temamî ji DAIŞê paqij kir

Fermandariya Artêşa Sûriyê ragihand ku hêzên wan herêmên Hema û Helebê bi temamî ji pêkhateyên DAIŞê paqij kirine.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a girêdayî dewleta Sûriyê de, hat ragihandin, “Artêşa Sûriyê digel hevkariya hêzên hevalbend li Hema, Heleb û Idlibê gelek dever rizgar kirin.”

Di daxuyaniyê de rizgarkirina wan deveran wekî serkeftineke stratejîk hat nirxandin û wiha hat gotin: “Lewra ev tê wê wateyê ku herêmên Hema û Helebê bi temamî ji DAIŞê hatine paqijkirin û beşek mezin a milîtanên El Nusrayê şên li başûrê Helebê jî hatine tunekirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu