Artêşa Sûriyê, meqerên terorîstan li başûrê Idlibê û bakurê Hemahê li bakurê Sûriyê têk birin.
Li gorî rapora IRNA`yê, gullebarana roja duşemiyê ya meqerên terorîstan li bakurê rojava Sûriyê piştî hin liv û tevgerên wan li rojên derbasbûyî li navçên ewleh ji wan veguhestina çek û sîlehan li navçên başûrê Idlibê û nêzîkî parêzgeha Hemah û Lazqiyê cih hat.
Terorîstan li rojên derbasbûyî bi binpêkirina navçên kêmkêşe, doşikên mûşekî bona êrişa ser malên xelkê, hêzgeha karebaya Hemahê û hin navçên Lazqiyê bikar anîn ku li van êrişan hejmarek ji welatiyên sûrî hatin kuştin û birîndar bûn.
Artêşa Sûriyê duh jî li daxûyaniyekê raghand. Liv û tevgera terorîstan li Idlibê û navçê derdora dişopîne û dê bi tundî bersiva wan bide.
Parzêgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê, 28 Adara 2015an ji aliyê terorîstan ve hat dagirkirin.
Li gor hin nûçan çekên giran û zirixî yên artêşa Sûriyê bona êrişa ser Idlibê û istandina vê navçê ji lepên teorîstan hatine guhestin.