FilistînNûçeRojhilatanavin

Destdirêjiya bajaroknişînên siyonîst ser mizgevta Eqsayê

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst bi bê şermî û bi piştgiriya eskerên vê rejîmê êriş kirin ser mizgevta Eqsayê.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, 191 bajaroknişînên siyonîst îro çarşemiyê bi piştgiriya  eskerên Rejîma  dagirkirê Qudsê ji Bab Ul-Muxaribê êriş kirin ser mizgevat Eqsayê û li Bab Ul-Rehmê yek ji derwazên   vê mizgevtî rê û resmên  telmûdî lidarxistin.

Mizgevat Eqsayê bûye meydana  cilîdê bo eskeran û bajaroknişînên  siyonîst bona jinavbirina howiyeta Îslamî û xiristiyanî ya Beytul muqedesê û û danîn  sembolên siyonîsmê.

Ji aliyê din ve eskerên  Rejîma dagirkirê Qudsê Ehmed Etwen nûnerê meclisa qanûndanîna  Filistînê tev heşt filistîniyên din li navenda kêleka  rojava ya çemê Urdinê girtin.

Eskerên siyonîst her wiha êriş kirin ser mala  Heniye Monîr Nasir  jina filistînî li rojava  bajarê El-Bîreyê li kêleka rojava ya çemê Urdinê û  ev jina girtin û mal û milkên wê zewt kirin.

Eskerên siyonîst her ro bi mehneyên  curbicur êrişê dikin ser malên  filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsê. amarên  fermî yên Filistînê nîşana hebûna  herîkêm 6 hezar û 500 filistîniyan li zindanên  Îsraîlê ye.

Başa dön tuşu