NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê navça Wadî Berdiyê ya Şamê xist bin kontrola xwe

Li gorî rapora IRNA`yê,  hûrgiliyên  vê nûçê nehatine  ragihandin lê rayedarên sûrî ragihandine hemî gund û bajarokên Wadî Berdiyê li derdora Şamê ji destê terorîstan hatine derxistin û ketine bin kontrola  artêşê.

Artêşa Sûriyê duh jî derbasî nav  bajaroka  Eyn Fîcê li bakurê rojava  paytexê bûn û alaya vî welatî li vî bajarokî bilind kirin.

Artêaş dewletî ya Sûriyê tev hevpeymanên xwe ji çarşemiya buhurî êriş kirine  ser grûpên terorîstî li rojhilat û rojava  Şamê û gelek dxisar li wan xistine .

Terorîstên  Bereya Nusre li Wadî Berdiyê ava vexwerinê ya bajarê Şamê ku ji kaniyava  Fîcê dabîn dibû qut kirin û niha  gîhandina avê li payetxta Sûriyê bi tankêrê cih tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu