NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê navçeyeke din jî li derûdora Şamê azad kir

Li dewama operasiyona dijî terorîstan, artêşa Sûriyê piştî kuştina dehan terorîstan ku biyaniyan piştgirî dane wan, navçeyeke din li derûdora Şamê jî azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sanayê, çavkanîyekî sûrî ku xwest navî wî eşkera nebe ragihand ku li dewama operasiyona dijî terorîstan, artêşa Sûriyê navçeyeke din jî li derûdora Şamê azad kirin.

Li gorî vê raporê yekîneyên artêşa Sûriyê ragihandin ku li vê operasiyonê Mescidulteqî ji destê terorîstan hate azadkirin û niha artêşa Sûriyê ber bi navça Xan Şêyx li başûra rojavaya Şamê va pêş diçin.

Hêzên Sûriyê herwisa karîn navendeke qumandihiyê û tûnêleke 150 mêtrî ya terorîstan jî li derûdora Şamê jinav biben.

Firokên şêrr yên artêşa Sûriyê herwisa li Xan Tûmanê êrişî pêgehên terorîstan kirin ku di encamê da bi dehan terorîst hatin kuştin.

Hêzên artêşa Sûriyê herwisa karîn ku li derûdora gundê Minyanê li başûra rojavaya Helebê pêşiya êrişeke terorîstan bigrin ku li vê şer û pevçûnê jî gellek terorîst hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu