NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê nêzîkî meqera koma terorîstî ya bereya El-Nusreyê bûye

Artêşa Sûriyê gihêşt 6 km-iya meqera herî mezin a bereya El-Nusreyê li rojhilata Hemayê.

Li gorî nûçeya Fars Newsê, artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê îro sêşemê di dewama operasyonên xwe li rojhilata  parêzgeha Hemahê karîn ku bajarokên Ceb El-Cemelanê û Resm El-Meyalê rizgar bikin.

Bi azadkirina van bajarokan, artêşa Sûriyê gihêşte 6 km-iya  bajaroka  stratejîk a  El-Rehcanê. Ev bajaroka  navenda sereke ya  bereya El-Nusreyê li rojhilata  Hemahê tê hesabê.

Artêşa Sûriyê her wiha  tev hêzên  berevaniya gelanî ya Der El-Qelemûnê, operasyona  xwe ya eskerî li derdora rojhilata Hemahê didomîne.  artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman hewl didin endamên DAIŞê û bereya El-Nusreyê ji navçên  derdora  riya stratejîk a Eserya- El-Şêx Ul-Hilalê dûr bikin.

Li gor nûçeyeke din, artêşa Sûriyê raghand ku hêzên vî welatî,  bereyên berevaniyê yên DAIŞê li bajarê Dêrazorê têk şikandine û di pratîkê de  terorîstan kontrola navçên rojhilaya  bajêr ku tim di destê DAIŞê de bû ji dest dane.

Artêşa Sûriyê li 48 saetên  buhurî operasyoneke berfireh jibo bidestxistina kontrola taxên mayî li rojhilata  bajarê  Dêrazorê ku hîn di kontrola terorîstên DAIŞê de bû, destpê kir. Ev operasyona  bi piştgiriya  hewayî ya Rûsiyê û balefirên cengê yên artêşê hevrê bû.

Li gorî gotina çavkaniyên sûrî, niha nêzîkî 500 çekdarên DAIŞê li pênc taxan mane ku ev kes jî bi awayekî sîstematîk bi hev re  di têkiliyê de nînin û welatiyên sivîl wek mertala însanî bikar tînin da ku pêvajoya  paqijkirina  taxên Dêrazorê hêdîtir bikin.

 

Başa dön tuşu