İslami Davet Kurdi Bange İslami

Artêşa Sûriyê parêzgeha Hemahê û başûra rojhilatê Sûriyê azad kirin

Artêşa Sûriyê li çarçova berdewamiya şerê xwe li dij terorîstan hin deverên parêzgeha Hemahê û başûra rojhilatê Sûriyê azad kirin û terorîst ji wan deveran dûr xistin.

Li gor rapora IRNAyê, çavkaniyê meydanî îro li bara operasiyon û şerê artêşa Sûriyê ragihandin ku artêşa vî welatî bi alîkariya hêzên berxwedanê û piştgirên xwe yên çekdar karîn li çola Şamê pêşve herin û deverên wek Recim el-Eranib, Beir Merûse li başrê şiyayê Sîs û Erzê Celîxem li rojhilatê û bendava Ebû Xeşbe li rojavayê çiyayê Sîsî yên li başûrê paytexta Sûriyê, Şamê bêxin destê xwe.

Artêşa Sûriyê herwiha li şerekî giran li dij terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata parêzgeha Hemahê, du gundên Zenûbe û Qetîşe li rojhilata bajarokê El-Sebûre  û Zeviyên ziraetê û girên Kûcan li başûrê bajarokê El-Seinê azad kirin. Li vê operasiyonê de gelek terorîstên DAIŞ`î hatin kuştin û birîndar bûn.

Balafirên artêşa Sûriyê jî îro erebe û wesayîtên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li başûrê rojavayê Reqayê kirin hedef û ew îmha kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version