NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê serkeftina Helebê ragihand

Artêşa Sûriyê piştî ku milîtanên muxalîfan ji rojavayê Helebê qewirandin bi fermî serkeftina xwe ragihand.

Hat ragihandin ku piştî kontrolkirina taxa Şêx Seîd a Helebê artêşa Sûriyê digel hezên herêmî bipêş ketine û milîtanên muxalîfan dorpêç kirine. Li gor çavkaniyên herêmî milîtanên ku di dorpêçê de asê bûne dibêjn, rewşa me gelekî xerab e.

Herwiha li ser gelek hesabên medya civakî tê ragihandin ku artîşe Sûriyê pêşveçûnên xwe didomîne û peyamên ‘xatirxwestinê’ hatin parvekirin.

Dîrektorê taxa Şêx Seîd ku ji destê milîtanan hatiye standin Zayid el Salih ji rojnamevanan re got, ‘Milîtanên mayî yan dê bimirin yan jî teslîm bikin. Ti rêyeke din bo wan nîne.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu