Artêşa Sûriyê serketina tam li Xûteya Rojhilatê ragihand

Qumandihiya giştî ya artêşa Sûriyê serketina tam li Xûteya Rojhilatê ragihand û destnîşan kir ku operasiyona artêşa vî welatî heta jinavçûna terorîstan li nav axa vî welatî dê bê domandin.
Li gor rapora ajansa nûçan a SANA`yê,Qumandihiya giştî ya artêş û hêzên çekdare Sûriyê li daxûyaniyekê ragihand: Piştî operasiyona berfireh ya artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Xûteya Rojhilatî hemû bajar û bajarokên vê navçê ji destê terorîstan azad bûn.
Li vê daxûyaniyê hatiye:Grîngiya serketina Xûteya Rojhilatî ji ber viyaye ku ewlehî û tenahiya zav ziviriye Şamê û derûdora vî bajarî û herwisa bi vê serketinê ewlehiya riya di navbera Şam û navçên navendî, bakûrî, beravî navçên rojhilatî hetanî sînorê Iraqê dabîn dibe û derbeyên giran li terorîstan tê xistin.
Qumandihiya giştî ya artêşa Sûriyê ev serketina li gelê Sûriyê pîroz kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)