ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Şopînerên olên Xwedê li Îranê jiyaneke bi aştî hene

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi gotina viya ku şopînerên olên Xwedê bêyî ti pirsgirêkekê û di aramiya tam da li nav civaka Îranê bi aştî dijîn, bi bîr xist: Mazûvaniya ji şopînerên olên yektaperestiyê ji şanaziyên Komara Îslamî ya Îranê ye.

Behram Qasimî êvara yekşemiyê li merasimekê ku bi amadebûna komek ji şopînerên olên Xwedê li Têhranê hat lidarxistin, bal kişande ser lidarxistina cejnên deheya pîroz a Fecra Înqilaba Îslamî li seranserî Îranê û got: Li van cûre rojan em dikarin bên bal hev û jiyana bi aştî nîşanî cîhanê bidin.

Şopînerên olên Xwedê ji wan mesîhî û cihû ji bilî viya ku li civaka îslamî ya Îranê xwedan mafên beranber in, li meclisa şêwraya îslamî ya Îranê jî nûnerên wan hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu