IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî hinek ji navçên dine derûdora Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin

Li dewama operasiyona berfireh a azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, hêzên iraqî karîn navçên dine vî bajarî jî ji destê terorîstan azad bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Meyadîn a Lubnanê, hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê navçên El-Zihûr, Eden Elmelayîn, El-Semah, El-Xezra, Kerkûklî, El-Quds û El-Kerame ji destê terorîstan azad kirin.

Hêzên ewlehiya Iraqê herwisa navçên başûra rojavaya El-Şerqatê jî ji destê terorîstan azad kirin.

li vê şer û pevçûna di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞ`ê gelek terorîst hatine kuştin.

Hêzên iraqî hema li operasiyona xwe ya azadiya Mûsilê ber bi navça Hemamul-Elîl ber bi pêş diçin.

Yekîneyên muhendisiya artêşa Iraqê jî mijûlî pûçkirina mînên ku DAIŞ`ê li navçê û li ser riya Bexda-El-Şûre-mûsilê çandine ne.

Şakêr Cewdet serokê polîsê fediral a Iraqê ji kuştina zêde ji 1000 endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê û girtina 74 gundan ji destê terorîstan û derketina 4 hezar û 500 malbatên iraqî ji Mûsilê ber bi navendên êmine Iraqê xeber da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu