Bingehên meydanî ji nav Sûriyê ragihandin ku artêşa Sûriyê sê gundên Şemhese, El-Şamî û Royîde El-Bab li rojhilata Helebê ji destê terorîstan derxistin.
Herwisa hatiye ragihandin ku artêşa Sûriyê du girên stratejîk ên Fîxe û El-Heware jî ji destê terorîstan azad kirin û li hefteyekê hêzên sûrî karîne 600 kîlomitrên çarkunc ji axa vî welatî ku di destê terorîstan da bû, azad bikin.
Li hefta bihurî helbet hêzên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîbû 15 gundênrojhilata Helebê ji destê terorîstan azad bikin.
Qumandihiya artêşa Sûriyê dih şemiyê ragihand ku li kêmtir ji hefteyekê 15 gundên wekî Resmul-Hermel, Tebare Mazî, Resm El-Xebaz, Resmul-Şêyx, El-Menazir, Um-Xerze, Ebû-Cebar, El-Qîte, Qesrel-Berîc, El-Cedîde, Xirbe Mensûre, El-Mezrûqe, Mestirihe Mîrî û Xirbe Kibar û çiyayê Selîm ji destê terorîstan azad bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)