CîhanEwropaNûçe

Li Brîtanya protesto! Bi hezaran kes berê xwe dan Londonê

Li Brîtanya bi hezaran kes roja şemiyê ji bo protesto kirina polîtîka kemer şidandina hikumetê li Londonê hev civiyan.

Li hember polîtîkaya kemer şidandina hikumatê xwepêşandan ji bo meşa ku ji aliyê rêxistineke binavê meclîsa gel hatiye bi rêxistin, li pêşiyan avahiya BBC kombun û ber bi qada parlemento ya Westminster meşiyan.

Serokê partiya kargeran Jeremy Corbyn li vir bangî xwepêşandanan kir û got,’’ Mihafizekar jî di argumanên aborî yên li pişt polîtîkaya kemer şidandinê de hêzê winda dikin’’.

Corbyn di berdewamiya axaftina xwe de got,’’Tişta ku me bigihîne hev, bi edaleta civakî mirovan li hember nijad perestî û her tiştê ku me cuda dike hatina gel hev buyîne’’.

Kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûn beşek ji wan bi referansa awahiya Grenfell Tower ve, dirûşmên ji bo Grenfell dadperwerî ango Edalet nîvîsandin û meşiyan.

Kesekî ku xwepêşander ji BBC re axift û got: ‘’Rêveberiya hikûmeta Mûhafazakar baş birêve naçe. Di hemû karên giştî yên civakî de qutbûn û astengî hene. Ev yek bi temamî îhmalkariye. Di hemû babetên jiyanî de astengî ma dibe?’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu