NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdeçûna artêşa Sûriyê ber bi navça El-Tenefê ve

Hêzên artêşa Sûriyê ku operasyona xwe ji çola El-Suxnê ve li dij endamên DAIŞ`ê destpê kirine, karîn ku ber bi navça El-Tenefê li sînorên Sûriyê û Iraqê ve pêşde biçin.

Artêşa Sûriyê ji sêşemiya buhurî 11 Îlonê ve operasyonek ji çola El-Suxneyê li rojhilata parêzgeha Himsê û çiyayên  El-Saroxê li Rîfa rojava Dêrazorê destpê kir.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, hêzên sûrî ku li vê operasyonê ber bi bakurê rojava navça El-Tenefê li sînorên  Sûriyê û Iraqê ve diçin, piştî pevçûna bi endamên DAIŞê re li vê navçê bi pêşde çûn.

Hêzên hevalbendiya nasiyar bi Dijî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê ku li sala 2014`an bi awayekî neqanûnî û bêyî îzna  dewleta Sûriyê li vî welatî pêk hat li navça El-Tenefê  bi cih bûne û li wir  meqereke eskerî ava kirine.

Vê dawiyê jî 100 tifigdarên emerîkî derbasî meqera El-Tenefê bûne û li halê perwerdekirina endamên  Cêyş Muqawîr  El-Suwereyê ne, koma ku ser bi koma terorîst a artêşa  Sûriya azad in.

Armanca artêşa Sûriyê ji vê operasyonê, kutakirina hebûna DAIŞê li derdora El-Suxnê û riyên ber bi sînorên Iraqê û paqijkirina van navçana ji wan bombe û maynan e ku endamên  DAIŞê bi cih kirine.

Di hemen demê de ji çola Rîfa Şamê jî agahiyan didin ku  artêşa Sûriyê xeleka dorpêça endamên DAIŞê li çiyayên  El-Sefayê şidandiye. Dawîn meqerên  DAIŞê li başûrê Sûriyê ketine vê navçê.

Hejmarek ji endamên DAIŞê jî hewl didan ku bi têkbirina xeleka dorpêçê ji bilindahiyên  El-Sefayê birevin ku nekarîn vî karî bikin.

Başa dön tuşu