IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê cinayeteke teze kir û 12 kes di nav qefesê da bi êgir şewitandin

Koma têrorîst a DAIŞ`ê cinayeteke din kir û 12 kes ji welatiyên asayî ji ber hewildana ji bo revîna ji bajarê Hevîceyê li başûrê rojavaya parêzgeha Kirkûkê zindî zindî di nav qefesê da şewitandin.

Têrorîstên DAIŞ`ê piştî têkçûnên li pey hev li hemberî hêzên iraqî bi taybet li parêzgeha bakurî ya Nêynewayê, kuştina welatiyên asayî zêdetir kirine.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriya malî û leşkerî ya Amerîka û hevpeymanên wî welatî yên rojavayî û erebî û navçeyî ji wan Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê vbeçin berfire ji navçeyên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî gellek ji navçeyên dagirbûyî azad kirine. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu