EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afganistanê êrişa xwekujî: 5 kuştî

Îro sibehê paytextê Afganistanê Kabîl bi teqîneke bihêz hejiya. Li peşiya avahiya saziya îstîxbarat a Kabîlê êrişeke xwekujî pêk hat. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Nesret Rehîmî di axaftina xwe de ragihand ku teqîn ji aliyê kesekî xwekuj ve li hemberî avahiya saziya îstîxbaratê pêk hat û di êrişa xwekujî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Heta niha êrişa xwekujî ji aliyê ti kesî ve nehatiye qebûlkirin, lê wekî tê zanîn zêdetir rêxistina DAIŞ û Talîbanê êrişên xwekujî pêk tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu