Yekînên artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, operasyona xwe li dijî meqerên koma terorîstî ya Tehrîra Şamê û partiya Turkistanî li bakurê parêzgeha Hemahê zêde kirin û hejmarek ji veşartgeh û cihên kombûna wan têk birin.
Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî raghandin ku meqerên koma terorîstî ya Tehrîra Şamê û terorîstên din li vê operasyonê hat têkbirin û hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn û gelek xisaretên aborî li wan ket.
Hêzên artêşa Sûriyê ji bakurê rojhilata Hemahê bi hêzên li halê pêşdeçûnê ji mêhwera rojava di çola Suweydayê de gihêştin hev û karîn ku navçên di bin kontrola xwe heya ber girikên El-Sefayê berfireh bikin.
Yekînên artêşa Sûriyê mêhwerên hereketa terorîstên Tehrîra Şamê û komên terorîstî yên ser bi wan li bakurê parêzgeha Hemahê nêzîkî derdora başûrî ya Idlibê tim didin ber êrişên topxaneyî.
Li hin gundên derdora bakurî ya Hemahêbi hezaran terorîst hene ku ji aliyê welatên rojavayî ve piştgiriya aborî û çek û sîlehî dibin.
Komên terorîstî yên gurdanên El-Ize û Partiya Turkistanî ku terorîstên biyanî jî digre ber xwe ji sînorên Tirkiyê derbasî gund û bajarokên bakurê parêzgeha Hemahê û hin navçên parêzgeha Idlib û Dêrazorê bûne û meqerên artêşê û welatiyên bêguneh ên Sûriyê didin ber êrişan.