NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyeyê du bajarokên parêzgeha Dera yê kontrol kirin

Hêzên Artêşa Sûriyeyê êrîşa li ser parêzgeha Quneytreyê li başûrê rojavayê Şamê berfireh kirine û 2 bajarokên din li wê herêmê kontrok kirine.

Roja yekşemê, hêzên Artêşa Sûriyeyê dest bi êrîşa bejahî bo ser çend bajarok û gundên parêzgeha Quneytreyê kirin.

Li gorî ajansa SANA a fermî ya hikûmeta Sûriyeyê, artêşa Sûriyeyê, îro, roja sêşemê (17.07.2018),  herdu bajarokên el-Mal  û Tel el-Mal ên bakurê rojavayê parêzgeha Deraayê kontrol kirin.

Çavkaniyeke serbazî ji Ajansa naborî re ragihand ku her du bajarok piştî şerekî giran ji destê çekdarên opozisyonê hatine derxistin.

Heman ajansa Sûrî ragihandibû ku hêzên Artêşa Sûriyeyê girê el-Hare, nêzîk bilindahiyên Colanê kontrol kirine.

Piştî kontrolkirina bajarê Deraayê û gundên rojhilat, hêzên Artêşa Sûriyeyê dest bi operasyona kontrolkirina gundên rojavayê Derayê û rojhilatê Quneytreyê kirine.

Başa dön tuşu