CîhanEwropaNûçe

Li Kanadayê li dijî Mizgevtê êrişa bi çekdan: 6 kuştî

Li eyaleta Kebekê (Quebec) ya Kanadayê li dijî mizgevtê êrişek bi çekdan pêk hat, li gorî amarên pêşî di êrişê de 6 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Al-Alamê, li navenda eyaleta Kebekê li Kebek Sityê ku di  mizgevta ku wek Navenda Çanda Îslamê tê bikaranîn şêva derbasbûyî di dema nimeja îşa de 3 kesên nenas ber bi xelkê li mizgevtê gulle reşandin ku di encamê de 6 kesên ku li mizgevtê nimêj dikirin hatin kuştin.

Şahidên bûyerê di agahiyên xwe yên çapemeniya herêmî de ragihandin ku êrişa bi çekdan dema ku derdora 40 misilmanên ku li mizgevtê nimêj dikirin pêk hat.

Piştî bûyerê gelek tîmên tendirustî, ambulans û hêzên ewlehî şandin Navenda Çanda Îslamî. Muhtemel e ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe û tê pêşbînîkirin ku rayedarên fermî daxuyaniyeke çapemenî li dar bixin.

Polîsê Kebekê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji 3 êrişkarên ku êrişa bi çekdan pek anî bûn 2 kes hatin girtin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau derbarê êrişa ser Mizgevtê de li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek parve kir û got: “Îşev kanadayî ji bo kesên ku li mizgevta Kebekê di êrişeke tirsnak de jiyana xwe ji dest dan xemgîn in. Dilê me bi mexdur û bi malbatên wan û kuştiyan re ye.”

Ev êrişa li rewşekê qewmiye ku misilmanên Kanadayê li van hefteyên dawiyê li mizgevtên xwe bûbûn mêvandarê kesên bê mal û xanî.

Di encama propagandeyên li dij Îslamê li Amerîkayê heya niha nijadperestên li dij Îslamê çend caran êrişî ser misilman û mizgevtên wan li Amerîka û Kanadayê kirine .bo nimûne bûyer û êrişa sala 2015 li bajarê Sent Bernardînoyê yê eyaleta Kalîfornyayê û êrişa ser mizgevta Rançlandsya bajarê Kalkarî Albertaya Kanadayê  du mînak ji wan êrişan in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu