NûçeRojhilatanavinSûriye

‘Artêşa Sûriyeyê kontrola balafirgeha leşkerî Cerrahê bidestxist’

Artêşa Sûriyeyê, kontrola balafirgeha leşkerî ya Cerrahê ku dikeve rojhilatê Helebê bi piştgiriya hêzên hevalbend ji DAIŞê stand.

Rayedarekî leşkerî ji Sputnikê re ragihand ku Artêşa Sûriyeyê kontrola balafirgeha leşkerî Cerrahê û derdora wê bidestxistine.

Rayedarê leşkerî eşkre kir ku ji destpêka operasyona li rojhilatê Helebê hete niha ji 3 hezarî zêdetir mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina rayedar di operasyonan de 19 tank, 5 wesayîtên zirxî, 11 wesayîtên bombebarkirî, 9 depoyên çekan û 61 fermangeh hatine îmxakirin.

‘SEROKÊN DAIŞê JÎ DI NAV KESÊN KUŞTÎ DE HENE’

Rayedar destnîşan kir ku hin serokên DAIŞê jî di nav kesên ku hatine kuştin de hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu