NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyeyê kontrola çiyayê el Şûmarayê bi dest xist

Hate ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê kontrola çiyayên el Şûmariya yê ku dikeve rojhilatê Humsê bidesxistine. Rayedarekî ji Artêşa Sûriyeyê eşkere kir ku kontrola girên Tel el Trîks û Tel el Yalamê bi dest xistine û di şer de bi dehan mîlîtan jî hatine kuştin.

Rayedarekî ji Artêşa Sûriyeyê ji Sputnikê re diyar kir ku kontrola çiyayên el Şûmariya yê ku dikeve rojhilatê Humsê piştî şerên dijwar Artêşa Sûriyeyê bidestxistine.

Rayedarê sûrî eşkere kir ku kontrola girên Tel el Trîks û Tel el Yalamê bidestxistine û di encamê de jî bi dehan mîlîtan hatine kuştin.

Rayedarê destnîşan kir ku terorîstan hewldane ku çeperên artêşê yên li gundê Maksir el Hîsan ku nêzî çiyayê el Şûmariya yê kotrol bikin, lê ev hewldan ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve hatiye şkandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu