IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Meisûm: Niha cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê pêkan nîne

Serokomarê Iraqê lidarxistina giştpisîyê li Herêma Kurdistanê tenê `daxwazek`wesif kir û got ku niha cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê pêkan nîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê ragihand ku plana lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistanê, tenê daxwaz û bilindfirînek e û cidabûn nikare di vê demê da serê xwe bigire.

Serokomarê Iraqê herwiha li hevdîtina digel hin desteyên dîplomatîk li Bexdayê, hêvî kir ku Iraq hevgirtî bimîne û got: Giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê tiştek seratir ji bilindfirînekê nîne û nikare niha pêk bê.

Meisûm ji hemî welatên dostê Iraqê xwest ku jibo jinûveavakirina deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî, alîkarîya Iraqê bikin.

Serokomarê Iraqê herwiha li ser pêwîstîya dewama demajoya sîyasî li Iraqê, lidarxistina hilbijartinên parlimanê û çareserkirina nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu