IraqNûçeRojhilatanavin

Têkbirina navedên kombûna terorîstan li bakurê Iraqê

Balefirên artêşa Iraqê, meqer û veşartgehên terorîstên DAIŞ`ê li bakurê vî welatî têk birin.

Li gorî rapora Someriye Newsê, îro balefirên bombeavêj ên artêşa Iarqê meqer û veşartgehên terorîstên DAIŞ`ê li gundê Beşîr li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin ku li encama wê çend tirêmbêlên terorîstan jî têk çûn.

Wezareta berevaniyê ya Iarqê ragihand ku balefirên cengê yên artêşa Iraqê veşartgeh û trêmbêlên bombekirî yên DAIŞ`ê li navçeyên rojava El-Sîniyê li parêzgeha Selahedîna bakurê Iraqê têk birin .

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, Ebdulmuhsin El-Ebasî yek ji fermandên artêşa Iarqê ragihand ku hêzên ewlehiya Iraqê opersyona azadkirina navça El-Rûfeyê li bakurê navça El-Kermê domandin û dil hene ku vê navçê ji kontrola treorîstan derxînin .

Ev opersyona destpêkek bo azadkirina piraniya gund û riyên stratejîk e ku grûpên treorîst bona guhestina çek û rextan bo Felûcê bikar tînin .

Her wiha li encama êrişên balefirên cengê yên artêşa Iraqê ser meqerên DAIŞ`ê li navça El-Bûîfanê li parzêgeha Enbarê li rojava vî welatî bi dehan terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin .

Êrişên esmanî yên Iraqê ser meqer û veşartgehên terorîstan di rojên derbasbûyî da pir zêde bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu