IraqNûçeRojhilatanavin

Ebûmehdî Mihendis: Em ê li hemberî hêzên Tirkîyê wek DAIŞ`ê reftarê bikin

Ebûmehdî Mihendis, alîkarê fermandarê hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê şeva buhurî got: Hêzên tirk ên li axa Iraqê dagirker in û em ê wê reftarê li hemberî wan bikin ku ligel DAIŞ`ê dikin.

Eva li halekî ye ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja şemîyê careka din neyarîya xwe li hemberî pişkdarîya opêrasyona azadkirina Mûsilê nîşan da.

Ebadî herwiha got: Iraq xwazyarê peywendîyên dostane û nesekinîna li hemberî Tirkîyê wekî welatekî cînar e lê, şerê Mûsilê, şerê gelê Iraqê ye.

Wî got ku niha kurd, ereb, şîe, sune, tirkmen, mesîhî û êzidî li Iraqê li rex hev jibo azadkirina Mûsilê şêrr dikin û tu pirsgirêkeke me tineye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu